Soylu: 100 hezar Sûrî ji Stenbolê derketine

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê radigihîne, ji meha Tîrmehê ve 100 hezar penaberên Sûrî ji bajarê Stenbolê derketine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê radigihîne, ji meha Tîrmehê ve 100 hezar penaberên Sûrî ji bajarê Stenbolê derketine.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu duhî li Parlemana Tirkiyê ragihand, ji 12ê Tîrmeha bûrî ve, 100 penaberên Sûrî yên li ser bajarên din hatine tomarkirin û hatine Stenbolê, jê derkirine û vegerandina wîlayetên din.

Pêştir jî, Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, heta roja 30î Cotmeha 2019an molet li pêş penaberên Sûrî yên bi awayekî ne yasayî li Stenbolê ne, yan dê ji bajêr derkevin yan jî dê bêne derkirin.

Herwiha Soylu got jî: Îsal 86 hezar penaberên Sûrî yên li ser bajarên hatine tomarkirin û li Enqerê ne, jê hatine derkirin.

Ev yek di demekê de, Rêxistina Lêborîna Navdewletî û Human Rights Watch meha bûrî ragihand, Tirkiye penaberên Sûrî bi zorê dişîne bakurê Sûriyê û lê bicih dike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan her dem dibêje, yek ji armancên operasyona Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ew e, 2 milyon penaberên Sûrî lê bicih bike.

 

S. B