Saziyên sivîl:Li Tirkiyeyê êşkence zêde dibin

Saziyên sivîl û mafên mirovî radighîn in, ku li Tirkiye êşkence zêde dibe û kesên êşkence dikin, tên parastin. Li Diyarbekrê Komeleya Hevkariya Malbatên Girtiyan, Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkiye, bi daxuyanî û raporan bal kişandin, ku li Tirkiye êşkence hem li derve, hem jî li girtîgehan tên kirin û Tirkiye hem zagonên xwe, hem jî zagonên navdewletî, binpê dike.

K24- Amed

Saziyên sivîl û mafên mirovî radighîn in, ku li Tirkiye êşkence zêde dibe û kesên êşkence dikin, tên parastin. Li Diyarbekrê Komeleya Hevkariya Malbatên Girtiyan, Komeleya Mafên Mirovan û Weqfa Mafê Mirovan ya Tirkiye, bi daxuyanî û raporan bal kişandin, ku li Tirkiye êşkence hem li derve, hem jî li girtîgehan tên kirin û Tirkiye hem zagonên xwe, hem jî zagonên navdewletî, binpê dike.

Saziyên mafên mirovan ÎHD Û THÎV bi daxuyaniyeke hevpar, rapora ku li ser êşkenceyên ku li 8 welatiyên ji Dêrika navçeya Mêrdînê  hatine kirin ragihandin. Di raporê de hat ragihand ku êşkence li Tirkiyeyê wek salên 1990'an zêde dibin û berpirs jî tên parastin.

Rêvebirê ÎHD ya Diyarbekirê Veysî Ulgen da zanînku dema wan rapor amade kirine dîtine ku, yên êşkence kirine bê tirsin û gef li welatiyên êşkence li wan hatiye kirin û bijîşkan jî hatine xwarin. Loma jî welatî newêrin êşkenceyê aşkere bikin û ragihînin.

Veysî Ulgen - Rêvebirê ÎHD ya Diyarbekir got: "Di salên 1980 û 90'an de êşkence, muameleyên xirab gelek dihatin kirin û piştî 2000'an êşkence kêm bûbûn û tenê wek derûnî hin tişt dihatin kirin. lê em dibînin k udi van salên dawî de dîsa êşkence zêde dibin û ew êşkence tên veşaartin."

Di raporên saziyên mafên mirovî de, hat ragihandin ku di 16 û17'ê Çileyê de, li Dêrika navçeya Mêrdînê 8 welatî tên desteser kirin û ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve li wan êşkence hatiye kirin.

 Kesên ku li girtîhên Tirkiyeyê mane û xizmên girtiyan jî, li TUAY-Der a Diyarbekirê, ragihandin ku li girtîgehan jî, êşkence bi awayekî sistematik tê kirin û rayedar jî wan kirinan ji nedîtî ve tên.

Xezal Yildirim- dayika girtiyekî ku 11 sal e girtî ye, got: "Gedê min bû 11 sal ku di girtîgehê de ye. Li girtîgehan Bafrayê ya Samsûnê ye. Ev 3 meh e ku ez neçûyîme balê. Ji ber ku dû re, derfetê me tunebû û sar e jî 3 meh e kum in wî nedîtiye. Pir tada li wan tên kirin ku ji bo em neêşin ji me ra jî nabêjin. Lê hefteya borî gotibû wêneyê kum in xwestiye neşînin."

Feraşil  Karazî- dayika girtiyekî ku 4 sal e girtî ye dibêje: "Yanî heqaretên giran li wan tên kirin, nexweşin naşînin nexweşxana, ji bo serşoyê ava sar didin wan wan, ava vexwarinê kirêt dikin hêj didin wan û xwarinên wan dîsa wisa. Yanî nexweş jî dikevin, ji bo ku ew kirinên xirab nebînin, daxwaza çûyîna nexweşxaneyan jî nakin."

Emîn Ay - girtiyê nû ji zindanê derketiye dibêje: "Li girtîgehan tu mafên zagonî ku yên girtiyan e jî nayên dayîn. Yanî ji bo ku şert û mercên girtigehê girantir bikin û li nav zindanê, zindanekî din pêk bînin, serî li hemû rêbazan didin."

Saziyên sivîl, daxuyandin ku hem li derve, hem jî li girtîgehan, zagon nayên nasîn û kesên ku zagonan bi êşkence û kirinên xwe binpê dikin jî tên parastin loma jî her diçe, binpêkirina zagonan û kirina êşkenceyan jî zêde dibe.