Theresa May dest jikar berda!

Serokwezîra Ingilistanê Theresa May di konferansek rojnamevanî de anî ziman, ku dê di 7ê Hezîranê de dest jikar berde.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîra Ingilistanê Theresa May di konferansek rojnamevanî de anî ziman, ku dê di 7ê Hezîranê de dest jikar berde.

Dest jikar berdan a Serokwezîra Ingilistanê piştî civîna ligel rêvebiriya Partiya Muhafazakar hat, ku tê bawerkirin serokatiya Partiyê daxwaz ji Theresa May kiribe, dest jikar berde.

Theresa May destnîşankir, ku “Pêkneanîn a Rêkeftina Brexitê ji bo wê poşmaniyek mezin e û dê her weha jî bimîn e”.

Heta destnîşankirina Serokwezîrê/a nû yê Ingilistanî Theresa May dê karê xwe berdewam bike, ku ew jî heta 7ê Hezîranê dê pêk were.

Theresa May biqasî 3 sal in Serokwezîr bû û dema dest jikar berdan a xwe ragihand rûndik ji çavên wê hatin.

 

 

 

C.B