Mesrûr Barzanî: Berpirsatiya me parastina mafê xelkê Herêma Kurdistanê ye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dîbeteke taybet de pirsên niha yên meydana siyasî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê behs dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dîbeteke taybet de pirsên niha yên meydana siyasî ya Herêma Kurdistanê û Îraqê behs dike.

Dîbeyta Serokê Hikûmetê di çarçoveya Dîdara MERI 2019 de birê ve diçe, serperiştiyarê Dîdarê Dilawer Qeredaxî dîbeytê birêve dibe.

Di dîdara MERI de, bi sedan kesatîyên sîyasî, rewşenbîr û dîplomatkarên navxweyî û derve beşdar in û ji alîyê Enustutiya Rojhilata Navîn bo Vekolînan (MERI) tê encamdan.

Pêkanîna Kabîneya Nehem

Serokê Hihûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, erkê pêkanîna hikûmetê, wek erkekî wergirtiye, ne destkeftek e, ji bo xizmeta hemû xelkê Herêma Kurdistanê bikin. Pêkanîna hikûmetê demekê dirêj kir, lê li dawiyê pêk hat û demeke jî kar dikin. Hevahengiyeke baş di navbera stafa kabîneyê û Cîgirê Serokwezîr Qubat Talebanî de heye.

Got jî: Di hihûmetê de ecindeyeke hevbeş heye û bi hev re kar bo bicihkirina wê ecindeyê dikin û me ragihandiye, heger ji hev nêzîk bin, dikarin baştir wê encindeyê bicih bikin.

Ecindeyên Hikûmetê

Di karnemaya hikûmetê de çend pirsên girîng hatine danîn û kar li ser wê dikin, yek ji wan pirsa rûbirûbûna gendeliyê û çareserkirina wê ye. Em hewl didin hikûmet, hikûmeteke xizmetguzar be û welatî navenda xizmetguzariyan bin.

Bername me heye bo çaktirkirina pêwendiyên bi Hikûmeta Bexdayê re, ku demekê dûrketin hebû, lê niha hewleke cidî heye, ji bo pêwendiyên bi Bexdayê re li gor destûrê bêne asayîkirin.

Vekirina bi rûyê cîhanê ve

Her hewlekê didin bo girîngîpêdana bi werbirhênana biyanî û firehkirina jêderên dahatê, bo tenê pişt bi hinardekirina petrol û gaze nebestin, belkû girîngiyê didin hemû kartên din, wek çandinî, pîşesazî û geştûguzariyê, ligel wê jî kar li ser karta perwerde û fêrkirinê bê kirin.

Parastina ezmûna Herêma Kurdistanê, yek ji proseyên di nava karnameya hikûmetê de cih girtiye, hevdem jî pirsa xizmetguzariyê jî beşek jê ye.

Li hemû kartan bi wezîran re me kar kiriye, bo data bêne komkirin û li ser bingeha dateyan biryar bên dayîn.

Karta Perwerdeyê

Hejmareke mezin ji dibistanan pêwîst e, li gor data jî nêzîkî 35 hezar holên xwendiyê li gor standartên navdewletî pêwîst in. Her civakeke heger bixwaze bipêş bikeve, divê girîngiyê bide perwerdeyê, ji qonaxa seretayî û ta zanîngehê.

Li hin cihên dûr dibistan nîn in, me budceya taybet jê re terxan kiriye û me daxwaz ji karta taybet jî kiriye ku hevkariya hikûmetê bikin, ji ber ku ji ber şerê li dijî DAIŞê, Herêma Kurdistanê rastî qeyran hatibû û karînên hikûmetî sînordar kiribû.

Karta Tenduristiyê

Bi Wezîrê Tenduristiyê re guftûgo hatiye kirin, ji bo girîngiyê bidin sîstema tenduristiyê. Em dixwazin ew pereyên bo şandina nexweşan bo derve tên terxankirin, teknolojiya pêwîst bînin Herêma Kurdistanê û gelek kes sûdê jê werbirgirin. Asta çareseriya tenduristî li Herêma Kurdistanê jî bilind bikin.

Kontrolkirina Gendeliyê

Me hewl daye reforma darayî û îdarî bikin, heger hat kirin rê xweş dibe bo nehîştina gendeliyê, me dest bi wê kiriye û pisporên biyanî me anîne. Bi karkirina bi hev re, diyardeya gendeliyê bi awayekî mezin tê kontrolkirin.

Yasa

Yasayên li Iraqê derdikevin, li gor destûrê, desthilatên siyadî ne û bandorê li ser Herêma Kurdistanê dikin, lê heger em xwedî destûr bana, me dikarî yasayên xwe bikar bianîna. Ew yasayên tên dariştin, bi giştî baş in, lê pirsgirêk di bicihkirina wan de ye.  

Pêwendiya Hikûmet û Partiyan

Rola partiyan neyê înkarkirin, ew xwedî cemawerkî mezin in û di dema hilbijartinan de beşdariyê dikin û cemawerê wan partiyan biryarê didin, kîjan partî desthilat bikeve destê wê.

Piştî hilbijartinê, partiyên serkeftî dikarin bandorê li ser karê dariştina karnameya hikûmetê bikin, bi taybet ku heger hikûmeteke hevpeyman be, wek kabîneya niha. Dema partî beşdarî hilbijatinan dibin, ecindeyên xwe dinivîsin, herwiha nûnerên wan jî ecindeya hikûmetê dadirêjin, anku hikûmet erkê bicihkirina encindeyên partiyên serkeftî ye. Ewê nûnerên partiyan diyar dikin, divê partiyên wan jî baweriyê pê bidin.

Lê beşek ji xelkê beşdarî hilbijartinan nabûye û ne alîgirê ti partiyekê ye, hikûmet li hember jiyan û xizmetguzariya wan jî berpirs e.

Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê

Piştî pêkanîna Kabîneya Nehem, bi Cîgirê Serokê Hikûmetê û çend wezîran me serdana Bexdayê kir, bo nîşandana niyazpakiyê û me çend pêşniyaz jî pêşkêş kirin.

2 tişt bûn girift, yek navçeyên Kurdistanê û ewlehiya navçê, a din jî pirsa petrol û gazê û budceyê. Pêştir kar li ser wê hat kirin û destkefteke baş hebû, wek mînak ji aliyê ewlehiyê ve, dema bi hev re li dijî DAIŞê bûn, destkefteke baş hebû û derket ku Bexda aram be, Herêma Kurdistanê jî aram dibe.

Grûpên terorst ên DAIŞê karîn sûdê ji valahiya ewlehiyê werbigire, ji sînorê Sûriyê û ta Diyale li her cihekî grûpên cuda cuda yên ser bi DAIŞê ve serî hilde, li ser dezgehên Bexda û Herêmê jî dibin metirsî. Her çend e ku Hewlêrê karîbû ta asteke bilind aramiya xwe biparêze, spasiyê li hêzên Asayiş, Polîs û Pêşmerge dikin, ku karîn erkên xwe bicih bikin.

Me pêşniyaz kir, vegerin ser pêşniyaza ku ji sala 2014an ve hatibû kirin, bo dirustkirina navendeke hevbeş bo dabînkirina ewlehiya hevbeş. Dikare li gor madeya 140 çareseriyên pêwîst bo navçeyê bê danîn, lê mixabin hin pirs hetin pêş û astengî dirust kirin.

Pirsa petrol, gaz û budceyê, piştî 2014an Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi hinardekirina petrolê kir. Têkçûna pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî sîstematîk kar li ser hat kirin, bo Herêma Kurdistanê ji navenda biryardanê bê dûrxistin, di dema derketina DAIŞê de neçar bûn çeperên me bi dirêjahiya 1100 K.M hebe, hatine nêzîk 2 milyon penaber û koçber, ku bi rêjeya ji sedî 30 hejmara Herêma Kurdisanê zêde kir û ligel daketina nirxê petrolê, ew hemû bûn sedem bo destpêkirina bi hinardekirina petrolê û peydakirina dahatê.

Divê di wê dema dijwar de amrazek hebe bo mûçeyan dabîn bikin û xizmetguzariyan pêşkêş bikin. Ew dema dijwar a Hikûmeta Iraqê hat guhartin û niha rûbirûyî rewşeke nû bûne. Iraq rojane 4.5 milyon bermîl petrol berhem tîne, 3 milyonan difiroşe û milyon û nîvek jî ji bo bikaranîna navxweyî ye, ku dike ji sedî 22. Bi wateya budceya pêşbînîkirî ya Hikûmeta Iraqê ji sedî 78 ê dahata petrolê ye, ne ji sedî 100 e, lê Herêma Kurdistanê tiştek ji bo bikaraniya navxweyî jê re nehatiye terxankirin, divê beşek ji wê ji Herêma Kurdistanê re ba, wek nimûne bo werzê Zivistanê, ya dabînkirina sotemeniyê ji westgehên kehrebê re, lê tiştek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatiye danîn.

Dema 250 hezar bermîl bidin Iraqê, divê Budceya Herêma Kurdistanê vegerînin û wê demê ti pirsgirêk çê nabe. Berpirsatiya me parastina mafê xelkê Herêma Kurdistanê ye, divê Bexda budceya xelkê Herêmê dabîn bike. Niha têgihîştineke baş bi Serowezîr Adil Ebdulmehdî û stafê wî re heye.