Heftîya dahatî şandeke hikumrta Herêmê seredana Bexdayê dike

Gotebêjê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, heftîya dahatî şendeke hikumeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê dike bi armanca gotûbêjkirin û veguhertina zanîyarîyan derbarê pirs budce û pişikdarîya Herêma Kurdistanê di qonaxên destpêka amadekirina reşnivîsa budceya salal 2020 ji alîyê wezareta darayî ya hikumeta Fedral ve. Herweha banghêşta komîteya darayî, petrol û gaz û yasayî di civata Nwênerên Îraqê de bihêt kirin bo Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Di konfiranseke rojanamevanî de, Cotîyar Adil, gotebêjê hikumketa Herêma Kurdistanê tekez kir ku Herêma Kurdistanê li gor destûrê dixwaze rêkkevtinê li hikuemta fedral encamp bide li ser tavay pirsgirêkan.

Derbarê armanc û karnameya seredana şandê jî, Adil aşkera kir, ku gelek pirsgirêk hene, çareserkirina wan pêdivî bi genegşê ye li gel Bexdayê. Giringtirîn jî pirsa budce û wan arêşeyane ku heya niha di anvbera Hewlêr û Bexdayê de bi helawîstî mane.

Derbarê pirojeya serjimêrîyê jî li Îraqê ku biryare li sala 2020 bihêt encamdan, gotebêjê hikuemta Herêma Kurdistanê ragehand, komîteyeke taybet dhêt pêkanîn bo helsengandina serjmêrîyê û berçavgirtina berjewendîya Kurdistanîyan bi hemû pêkhateyên neteweyî û olî ve û got: Em daxwaza cîbicîkirina maddeya 140 dikîn.

 Amaje bi wê yekê jî da, hikuemta Herêma Kurdistanê pilan heye bo vêdaçûnê bi sîstema bacê li Herêma Kurdistanê. Di ayndeyeke nêzîk jî de dest bi cîbicîkirina pêngavan dikîn di vî warî de.

Cotîyar Adil ragehand jî: li gor wan belgenameyên li ber destine, hikumeta Îraqê 80 milîyar dolaran qerdarê Herêma Kurdistanê ye.