Swêd jî rahênanên li Iraqê radiwestîne

Medya Swêdî ragihand, ku Wezareta bergirî ya Swêdê biryar da ye, xebatên rahênanê yên Swêdê li Iraqê rawestîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Medya Swêdî ragihand, ku Wezareta bergirî ya Swêdê biryar da ye, xebatên rahênanê yên Swêdê li Iraqê rawestîn e.

Peyvdarê Wezareta bergirî ya Swêdê Jesper Tengroth ragihandiye, ku rewşa aloz a li navçeyê bi taybetî ya di navbeyna Amerika û Îranê de, egera vê biryara wan e.

Herweha Wezareta bergirî ya Swêdê di malpera xwe de liser biryara rawestandina rahênanan nivîsandiye, lê hîn jî biryar nehatiye dan, ku 70 serbazên Swêdî ku li Iraqê û bi taybetî li herêma Kurdistanê ne, li deverê dimînin an na.

Jesper Tengroth diyar dike, ku Swêd bi hurgilî rewşê dişopîne.

 

 

C.B