Serokê Fraksiyona PDKê: Aliyên siyasî bo zû pêkanîna kabîneya nû cidî ne

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, aliyên siyasî ji bo zû pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê cidî ne û C.Vyên kandîdên xwe jî pêşkêş dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, aliyên siyasî ji bo zû pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê cidî ne û C.Vyên kandîdên xwe jî pêşkêş dikin.

Serokê Fraksiyona PDKê Omêd Xoşnaw ji K24ê re ragihand, di civînên Sewrokwezîrê erkdarkirî ên bi aliyên siyasî re, aliyan pabendbûna xwe bi rêkeftinên nîşan dane û di demeke nêzîk de jî C.Vyên kandîdên xwe jî pêşkêş dikin.

Omêd Xoşnaw got jî: Ti demek ji bo pêşkêşkirina C,Vyên kandîdan nehatine diyarkirin.

Duhî 17ê Hezîranê Serokwezîrê bi pêkanîna hikûmetê erkdarkirî Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû serdana bajarê Silêmaniyê kiribû û ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Partiya Sosyalis a Kurdistanê û Tevgera Goranê civiyabû.

 

S. B