Medya Tirkiye: Dê guherîn di hukimeta Tirkiye de encam bidin

Medya Tirkiye radighîne, ku Serokomar Erdogan amadeyiya guherînan di hukimeta xwe de dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Medya Tirkiye radighîne, ku Serokomar Erdogan amadeyiya guherînan di hukimeta xwe de dike.

Ligor medya Tirkiye, sernekeftin a di hilbijartina Stenbolê de nirxandinên berfereh ji alî desthilata ve ligel xwe anîn e. Bi taybetî jî, Serokomar Erdogan baweriyek ligel durist bû ye: ger guherînan encam ne de, dikare encamên hilbijartina Stenbolê neyenî bandore li desthilatê bike.

Tê destnîşankirin, ku dinav AK Partî de nerehetiyek heye û ev yek dikare bihêle Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu û Serokomarê berê Abdullah Gul bi rêya Wezîrê berê Ali Babacan hêzê bidin, damezrandina partiyên xwe yên nû. Tê şîrovekirin, ger her du alî ji AK Partî veqetin, ev yek dê encamên neyenî li AK Partî bike û dibe heta 85-90 parlementeran ligel wan biçin…

Jiber ku, rê jî liber van hewldanan bigre, Erdogan di amadeyiyê de ye – di hukimetê de guherînan encam bide…

 

 

 

C:B