2 fermandarên Amerîkî diçin ser sînor Bakur û Rojavayê Kurdistanê

Ji bo çavdêrî û rêvebirina herêma ewle ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, 2 fermandarên Amerîkî ên pilebilind serdana bajarokê Kaniya Xezalan a li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo çavdêrî û rêvebirina herêma ewle ya li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê, 2 fermandarên Amerîkî ên pilebilind serdana bajarokê Kaniya Xezalan a ser sînor dikin.

Fermandarê Hêzên Esmanî ya Amerîkayê Thomas Bergeson û Cigîrê Fermandarê Hêzên li Ewropayê ya Amerîkayê  Stephen Twitty duhî serdana Tirkiyê kiribûn û bi berpirsên leşkerî yên Tirkiyê re rêvebirina herêma ewle gengeşe kiribûn.

Li gor zanyariyan, ew her du fermandarên Amerîkî îro jî diçin ser sînor û çavdêriyê dikin.

Roja 8ê vê mehê û di çarçoveya rêkeftina herêma ewle de, li rojhilatê Firatê gera hevbeş a hêzên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê destpê kiribû û hejmarek ji otomobîlên leşkerî yên Tirkiyê jî rojhilatê Firatê bûbûn.

Gera yekemîn di navbera hêzên Amerîkî û Tirkiyê de li devera mîkanîzma ewlehî bi rê ve çû, 6 zirîpoşên Amerîkî û 6 zirîpoşên Tirkî li gundê heşîşa yê di navbera Serê Kaniyê û Girê Sipî de gera xwe dest pê kirin, bêyî ku derbasî tu bajar û bajarokan bibin.

Di wê derbarê de Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan nerazîbûn nîşan da û got: Amerîka herêma ewle ji bo parastina YPGê dixwaze, ne ji bo çareserkirina xemên Tirkiyê.

 

S. B