Fransa hejmarek zarok ji kampên rojavayê Kurdistanê wergirtin e

Hikûmeta Fransa hejmarek zarok ji nav kampên awareyan li rojavayê Kurdistanê wergirtiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Fransa hejmarek zarok ji nav kampên awareyan li rojavayê Kurdistanê wergirtiye.

Piştî awarebûna hejmarek zêde ji welatiyên ji bajarokê Baxoz ê Dêrazorê, ku dawî pêgeha DAIŞê li Sûriyê ye, Wezareta derve ya Fransa di daxûyaniyekê de eşkere kir, di dema vê hefteyê de wan hejmarek zarokên di nav wan kampan de, wekî penaber wergirtin e.

Wezareta derve ya Fransa ew yek jî eşkere kir, temenê wan zarokan di bin pênc salî de ye, û bi rêya Hêzên Sûriya Demokrat bo Fransa hatine veguhestin. Li Fransa jî, dê ew zarok di bin çavdêriya bizîşkî de bin, heta ku rewşa wan a derûnî û laşî asayî bibe.

 

 

C.B