Salih Muslim: Hêvî dikin daxwazên ENKSê ji yên Erdogan cuda bin

Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yên PYDê Salih Muslim radigihîne, PYD beşek ji Rêveberiya Xweser e, divê ENKSê bi rêveberiya Xweser re guftûgoyan bike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yên PYDê Salih Muslim radigihîne, li Rojavayê Kurdistanê rêveberiyeke xweser xwedî dezgeh, sazî, asayiş û yasa heye, lê ENKS naxweze vê rêveberiyê qebûl bike.

Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser pirsya nêzîkbûna di navbera PYD û ENKSê de ji K24ê re ragihand, kesê bixwaze miletê xwe biparêze ti rêdanê ji kesekî naxweze. Li Rojavayê Kurdistanê sîstemek hatiye avakirin û rêveberiyeke xweser xwedî dezgeh, sazî, asayiş û yasa heye û hemû cîhan wê nas dike, lê ENKS naxweze vê rêveberiya qebûl bike.

Diyar kir jî, PYD jî beşek ji wê sîstemê ye, çi ji destê wê were dê bikin. Lê divê danûstandin bi Rêveberiya Xweser re be.

Muslim got jî: “Bila ew (ENKS) werin kar û xebata xwe bikin û nivîsgehên xwe vekin. Em tenê hêvî dikin, daxwazên ENKS ji yên Erdogan cuda bin. Wekî din her tiştê ji me bê xwastin, em hene.”

Amaje bi wê jî da, “ENKSê lîsteyek ji 10 navên girtî û windayîyan pêşkêş kiriye, em wek PYDê jî gelek tişt li ser wan nizanin ku çawa winda bûne. Lîsteyên windayîyan li cem me jî heye, bila em bi hev re komîteyekê ava bikin û li tevan bigerin. Ti girtiyên siyasî niha li cem rêveberiyê tune ne, yek du girtî hebûn, rêveberiyê ew berdan.”

Got jî: “Çi zanyariyên me li ser girtî û windayîyan hene, me bi fermî bersiva wan da Fransiyan û da ENKSê jî. Behzad Dorsin çawa winda bûye, em jî nizanin.”

Salih Muslim diyar kir jî, metirsiyên êrîşkirina ser Rojavayê Kurdistanê hîna hene û ti rê ji bilî berxwedanê li pêş wan nîn e.

 

S. B