Ew çekdarên ji girtîxaneyên Suriya revîyane niha di nav axa Îraqê de ne.
K24- Hewlêr
Gotebêjê hozên Erebên Sunne li deverên Kurdistanî yê derveyî rêveberîya Herêmê aşkera kir, hejmarek ji wan çekdarên zîndanî yên Daişê û malbatên wan ku ji girtîxaneyên Suriyayê revîyane, dizekirine nav parêzgehên Îraqê.
Muzahim Hiwêt, gotebêjê hozên, Ereb bi malpera Kurdistan24 ragehand: Zêdetir ji 12 hezar çekdarên Daişê, di girtîxaneyên jêr kontirola Hêzên Suriya Demokrat (HSD) de zîndanî ne û ji evê hejmareyê zêdetir ji 700 çekdarên Daişê revîyane û piranîya wan serkirdeyên wê rêkxistîyê ne. Bi egera hêrişa Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê revîyane û xwe gehandine nav axa Îraqê.
Hiwêt amaje bi wê yekê jî daye piranîya wan çekdarên ji zîndanê revîyane li gel malbatên xwe gihane sinûrê parêzgehên Enbar û Neynewa û hejmareke wan jî ber bi parêzgeha Selahedîn, Kerkûk û Dîyalayê çûne. Hinek ji wan jî gihane sinûrê Zummar, Rebîie, Tel Beac, Qeza Teleifer û sinûrê qeza Hezer û niha ew çekdar di nav axa Îraqê de ne.
Herweha got: şeva burî, li demjimêr 9:00ê şevê û 01:00 berî sipêde ya evero şer û pêkdadan dio navbera çekdaên revîyayî û hêzên Îraqê li ser sinûrê nahyeya Sinûnê ser bi qezaya Şengalê rûda û kuştî û birîndar jî hene, lê wek amaje kir, hejmara kuştî û birîndaran bi temamî nehatîye zanîn.