Pompeo: Nan bi dest welatiyên Îranê nakeve

Mike Pompeo: Heger Hikûmeta Îranê bixwaze nan ji welatiyên wê re hebe, hin biryar hene, divê ew biryar ji aliyê serkirdeyên Îranê ve bên stendin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo birçîbûna xelkê Îran bi guhertina reftarên rêjîma Îranê ve girê dide.

Peyamnêrê beşê Farisî di Kenala BBC de Hadî Naylî, ji Mike Pompeo pirsî: Heger sizayên li ser Îranê armancên xwe bicî neanîn, çi bijarde li pêşya Amerîka ye? Lê Wezîrê Derve yê Amerîka bersiv neda û got: Berjewendiya Îranê di wê yekê de ye, ku dev ji têkdana aramiya navçeyê berde.

Pompeo got jî: Heger Hikûmeta Îranê bixwaze nan ji welatiyên wê re hebe, hin biryar hene, divê ew biryar ji aliyê serkirdeyên Îranê ve bên stendin.

Piştî dagîrkirina Kiwêtê ji aliyê rêjîma Sedam Hisên ve di sala 1990î de, Amerîka sizayên tund li ser Iraqê sepand û di nava şeş salan de, nêzîkî 500 hezar zarokên Iraq ji ber hejariyê jiyana xwe jidest dan.

Li ser sizayên wê demê yên ku Amerîka li ser Iraqê sepandibû, Wezîra Derve ya wê demê ya Amerîka Madeleine Albright, di hevpeyvînekê de got: Sizayên Amerîkî li ser Iraqê bêtirî ku ziyanê li rêjîma Sedam bike, ziyan li xelkê kir.

Niha jî egera wê yekê heye, ku Amerîka heman sînaryoyê li dijî rêjîma Sedam bikar anîbû, li dijî Îranê jî bikar bîne.

N.O