Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Boris Johnson dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serokê Partiya Parêzgeran û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson kir, bi boneya serkeftina dîrokî ya partiya wî di hilbijartinên Brîtanyayê de.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye: “Pîrozbahiya vê serkeftina dîrokî li we dikim, hêvîdar im bi hev re kar bikin bo girîngîpêdana bi pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Yekgirtî de”

Partiya Parêzgeran a Brîtanyayê di hilbijartinên Parlemana Brîtanyayê de karî serkeftineke mezin bidest bixe û piraniya kursiyên parlemanê ji xwe re misoger bike.

Di dema çendê li dijî DAIŞê de, Serokê Partiya Parêzgeran a Brîtanyayê û Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson ku wê demê şaredarê Londonê bû, serdana Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kiribû.

S. B