"Êrîşa Koya peyamek ji bo hemû neyarên Îranê bû"
K24 - Navenda Nûçeyan.
Fermande di Supaya Pasdaran a Îranê de (Mihemed Elî Ceiferî) ragihand, ku êrîşên 8ê Êlûnê li ser bajarê Koya, peyamek ji bo tevahiya neyarên Îranê bû li navçeyê û yên bi 2000 kîlometran dûrî me ne.
Li gorî nûçeyeke ajansa Sputnik a Rûsî, Elî Ceiferî derbarê êrîşa li dijî HDK û HDKÎ li Koya got: Toleya Supaya Pasdaran ji terorîstan -Îran Pêşmergeyên Demokrat bi terorsît binav dike- peyamek ji bo hemû hêzên mezin bû, ku dixwazin pîlanan li ser me bisepînin û me jinav bibin.
Navhatî hişyarî da û got: Ew bi dirêjiya 2000 kîlometran li derdora Îranê ne û dixwazin êrîşî axa me bikin, wê rastî heman çarenivîsê bên.
Berî niha jî supasalarê Pasdaran (Mihemed Baqirî), Amerîka bi alîkarîkirina hêzên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê tometbar kiribû û ji Iraq û Herêma Kurdistanê kir, endamên partiyên Rojhilatê Kurdistanê radestî Îranê bikin.
Li ser wê daxwazê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kir ti endamekî partiyên Rojhilatê Kurdistanê radestî Îran bike.
N.O