Dadwerekî Kurd di weşana zindî de xwe kuşt

Dadwerê Kurd Hakim Goran ê gotibû ta avakirina dewleta Kurdistanê, ew li çiya bi tenê dijî, şeva bûrî di weşana zindî ya Facebookê de dawî li jiyana xwe anî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadwerê Kurd Hakim Goran ê gotibû ta avakirina dewleta Kurdistanê, ew li çiya bi tenê dijî, şeva bûrî di weşana zindî ya Facebookê de dawî li jiyana xwe anî.

Hakim Goran ji piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê çûbû ser çiya û jiyana bi tenê hilbijartibû û ragihandibû, heta serxwebûna Kurdistanê li ser çiya dimîne.

Şeva bûrî Hakim Goran li tora civakî “Facebook” û di weşana zindî de hewl da dawî li jiyana xwe bîne û bi çeka kaleşnîkov teqe li xwe kir û bi giranî birîndar bû û piştre ji bo nexweşxaneyê hate veguhastin.

Peyamnêrê K24ê li Akrê da zanîn, îro Hakim Qadir li nexweşxaneya Hawarhatinê ya Akrê canê xwe jidest da.

Berî Dadwerê Kurd Hakim Goran hewla kuştina xwe bide û di weşana zindî de daxwaz ji rayedaran kir, ku yekrêz bin. Berî teqe li xwe bike, Hakim afîşek danîbû paş xwe û li ser nivîsîbû "Yekrêzî, Çaksazî û Serxwebûn".

Berî salekê, Kurdistan24 ev raport li ser rewşa jiyana Hakim Goran li çiya amade kiribû.