Piştî ragehandina karname ya hikumetê, kerta weberhênanê heya 15% geşe kirîye

Piştî ragehandina karnameya kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, sêkterên weberhîna livîyane û li gor amareke Yekêtî ya Weberhênerên Kurdistanê, kerta weberhênanê 10% bo 15% geşe kirîye. Weberhênerên Herêma Kurdistanê jî piştîvanîyê li wê karnameyê dikin.

K24- Hewlêr

Piştî ragehandina karnameya kabîneya nehema hikumeta Herêma Kurdistanê, sêkterên weberhîna livîyane û li gor amareke Yekêtî ya Weberhênerên Kurdistanê, kerta weberhênanê 10% bo 15% geşe kirîye. Weberhênerên Herêma Kurdistanê jî piştîvanîyê li wê karnameyê dikin.

Mela Yasîn, gotebêjê Yekêtîya Weberhênerên Kurdistanê li ser evê yekê dibêje: Bi evê pilana ku niha Hikumeta Herêma Kurdistanê destpêkirîye, careka din kerta giştî dê bihê rêkxistin û kerta taybet jî dê bihê cudakirin. Herweha bi rê ya evê karnameyê hikumet dikare giringîyê bide jêrxana abûrîya Herêma Kurdistanê.

Amje bi wê dike ku li gel yekm civîna kabîne ya nehem a hikumeta Herêmê Kurdistanê, bazarê weberhînanê ji 10% heya 15% geşe kirîye.

Hevdem Lezgîn Resûl jî ku weberhênerekê Herêma Kurdistanê ye, tekez dike ku karnameya hikumeta Herêma Kurdistanê cihê xweşhalî û rezmendîya tavaya alîyane, nemaze kêkirina rotînê di fermangeh rêvebirinê de. Biçuktirîn nimûne jî bo evê yekê, Me di wê rojên burî de sê mamele  bi rêkirine ku berê me texmîn dikir bi rêkirina wan sê mameleyan dû mehan vekişîne.

Yekêtî ya Weberhênerên Kurdistanê, geşbînin bi karnameya kabîneya nû ya hikumeta Herêma Kurdistanê û kêmkirina astengên pêşîya weberhînanê. Li ser evê yekê, Cemîl Gerdî, cêgirê serokê Yekêtîya Weberhênerên Kurdistanê dibêje: Me pilan heye, careka din banghêştta tevaya weberhênerên bîyanî bikîn daku bi hevahengî li gel tevaya weberhênerên navxweyî kar bikin li ser pirojeyên mezin û sitratîcî li Herêma Kurdistanê.