Sube Hevpeymana Nêvdewletî ayndeya peywendîyên xwe li gel HSDyê gengeşe dike

Wezareta derve ya Emerîkayê ragehand, di kombûn a wezîrên derve yên welatên (Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Diaşê) de mijarên rêkarên Rûsiya, Tirkiya û hikumeta Sûriyayê li bakûra rojhelata Sûriya û peywendêyên me li HSDyê (Hêzên Sûriya Demokrat) gengeşe dikîn

K24- Hewlêr

Wezareta derve ya Emerîkayê ragehand, di kombûn a wezîrên derve yên welatên (Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Diaşê) de mijarên rêkarên Rûsiya, Tirkiya û hikumeta Sûriyayê li bakûra rojhelata Sûriya û peywendêyên me li HSDyê (Hêzên Sûriya Demokrat) gengeşe dikîn.

Berpirsekê bilindê wezareta derve ya Emerîkayê, bê ku navê xwe aşkera bike bi rojamavan re ragehandîye: Sûbe, Pêncşembîyê 14/11/2019 wezîr û nwênerên 35 welatên endam di Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Diaşê de li Waşintun dicivin.

 Got jî: Di wê civînê de behsa pêşhatên rewşa Sûriya û şerê terorê dihêt kirin, nemaze jî pirsa hêrşên artêşa Tirkiya bo ser bakûra Sûriyayê.

Herweha got: Helwêsta welatên Hevpeyman derabarê hevpişkê (HSD) di şerê dijî Daişê de û pêngavên dahatî yên Emerîkayê li bakura Sûriya gotûbêj dikîn.

 Xuya jî  kir, berî civîna berfireha Hevpeymanîyê, civîneke dîya biçûkkirî dihêt encamdan ku welatên (Birîtanîya, Elmanîya, Misir, Seûdîye, Emerîka û Firansa) pişikdarîyê têde dikin û têde behsa rewşa Sûriya û nerîna wan bo destpêkirina piroseya sîyasî û rewşa ewlekarî û serbazîya Sûriya dihêt kirin.