CHP û HDP siyaseta aborî ya hukimetê rexne dikin

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu radighîne: Ew niha di destpêka krîzeke aboriyê de ne û dê aboriya Tirkiyê xirabtir bibe

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu radighîne: Ew niha di destpêka krîzeke aboriyê de ne û dê aboriya Tirkiyê xirabtir bibe.

Partiyên dijbere yên Tirkiyê îro di kombûnên heftane ya partiyên xwe de rexneyên tûnd li hikûmeta Tirkiyê girtin. CHP dide zanîn ku, 3 hezar kompanya û bi sedan dikandar dawî li karê xwe anîn e û krîzek giran li pêşiya wan e. Li gor HDP jî, sedema krîza aboriyê siyaseta şer e. Lê hikûmeta Tirkiyê van tometan red dike û xurtbûna aboriya Tirkiyê radigihîne.

Krîza aborî ya Tirkiyê di kombûna heftane ya partiyên siyasî de rojeva sereke bû û partiyên dijber rexneyên tûnd li hikûmeta Tirkiyê digrin. Serokê Partiya Gel a Komarî CHP Kemal Kiliçdaroglu dibêje, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, bi redkirina krîza aboriyê xelkê Tirkiyê dixapîne. Bi hezaran kompanya top tavêjin û welatî di din deynên giran de ne. Krîza niha, destpêk e û aboriya Tirkiyê dê di demek nêzik de xirabtir bibe.

Kiliçdaroglu got: “Dolar roj bi roj biha dibe. Li bazarê bihabûnek zêde heye. 3 hezar kompanya û sedan dikandar dawî li karên xwe anîn. Welatî jî di bin deynên giran de ne. Erdogan dema bangeşeyê hilbijartinan dikir û deng ji welatiyan dixwest, digot Tirkiye dê geş bibe û pêş ve here. Lê îro ya geş bûye Tirkiye nîn e bihaya dolar e.”

Krîza aborî di rojeva Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê de bû jî. Li gor Hevserokê HDPyê Sezaî Temellî krîza aboriyê bûye yek ji wan pirsên herî mezin a xelkê Tirkiyê. Sedema krîzê siyaseta şerî ya hikûmeta Tirkiyê ye û divê di zûtirîn dem dem de dest ji vê siyasetê berde.

Temelli destnîşankir: “Îro yek ji wan pirsên herî mezin  a Tirkiyeyê, pirsa abiroyê ye. Hikûmet berpirsiyariya krîza aboriyê li ser xwe nagre û hêzên derve tohmetbar dike. Lê sedema krîza aborî hêzên derve nînin, siyaseta şerî ya hikûmetê ye. AK-Partî dizane. Ger dest şerî berde nikare li ser hikûmetê bimîne. Ji ber vê yekê dijminê aşitiyê ye.”

Lê hikûmeta Tirkiyê krîza aboriyê bi rijdî re dike. Li gor Erdogan li Tirkiyê krîza aboriyê nîn e û bingeha aboriya wan xurt e.

 

 

 

C.B