Komîte di navbeyna MSD û rejîmê de ava dibin

Serkirdeyek MSD radighîne, armanca avakirina Komîteyên Danûstandinan berdewamiya pêwendiyên ligel rejîma Sûriyê ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyek MSD radighîne, armanca avakirina Komîteyên Danûstandinan berdewamiya pêwendiyên ligel rejîma Sûriyê ne.

Endamê Desteya siyasî ya Encûmena Sûriya Demokrat Hesen Mihemed ji Ajanseke nêzîkî PYD re ragihand ku, di rûniştina wan ligel rejîma Sûriyê de, liser avakirina komîteyan lihevkirin e.  Mebest ji wan komîteyan jî, berdewamiya pêwendiyên ligel rejîmê ne.

Serkirdeyê MSD got ku, ev komîte tenê ji bo birêvebirina karûbarên îdarî di navbeyna Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê de ne û da zanîn ku di dema pêş de, ew dê kar û bernameya van komîteyan ji gelê bakurê Sûriyê re eşkere bikin.

 

 

 

C.B