“Rêxistinên navdewletî alîkariyê bi koçberên Rojavayê Kurdistanê re nakin”

Ti sazî û rêxistinên mirovî ti alîkariyên pêwîst bi wan re nekirine û heta Komisyona Penaberan a ser bi Netewên Yekgirtî ve bi erkê xwe yê mirovahî ranebûye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan di Rêveberiya Xweser de li ser rewşa kampên koçberên Rojavayê Kurdistanê ragihand, piştî êrîşên Tirkiyê karesateke mirovî bi serê xelkê Efrîn, Girê Sip û Serê Kaniyê hatiye û xelkê wê deveran koçber bûne, tevî ew niha li cihekî ewle hatine bicihkirin, lê rewşa wan ne baş e.

Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan di Rêveberiya Xweser de Şêxmûs Ehmed ji K24ê diyar kir jî, li gor karînên Rêveberiya Xweser û sazî û rêxistinên xwecihî, pêdawîstiyên koçberan tên dabînkirin, lê ti sazî û rêxistinên mirovî ti alîkariyên pêwîst bi wan re nekirine û heta Komisyona Penaberan a ser bi Netewên Yekgirtî ve bi erkê xwe yê mirovahî ranebûye.

Herwiha got: Li devera Şehba 5 kampên koçberên Efrînê, li kampên Minbic, Tebqa, Reqa û herêma Cizîrê û li dibistanên Hesekê bi sedhezaran koçber hene, lê heta niha ti rêxistinên navdewletî alîkariyên mirovî pê re nekirin û alîkariyên tên kirin, tenê ji aliyê xwebexşan ve ne.

 

Serokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan amaje bi alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir û got, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hemû xelkê Başûrê Kurdistanê cihê spasiyê ne ku ji destpêkê ve destek dan û heta niha alîkariyên wan ji koçberên Serê Kaniyê û Girê Sipî re berdewam e.

Şêxmûs Ehmed amaje bi biryara dawiyê ya Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê şandina alîkariyan bo xelkê Sûriyê kir û got, mixabin pêştir alîkariyên navdewletî di riya deriyê sînorî yê Welîd re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibû, lê niha piştî wê biryara Encûmena Asayişa Navdewletî, ew derî jî ji alîkariyan hate girtin.

Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibûn. 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyek bi Iraqê re bû. Lê Encûmena Asayişa Navdewletî roja 10 Çileya 2020an ew biryar bo 6 mehan dirêj kir û deriyê bi Urdin û Iraqê re girt.

Şêxmûs Ehmed da zanîn jî, ji ber ku ew niha di werzê Zivistanê de ne, niha pêwîstiya bilez ji dermanan, alîkariyên tenduristiyê û derman û şîrê zarokan re hene.

Ji aliyekî din ve, tîma Kurdistan24 li Rojavayê Kurdistanê derbasî hejmarek ji kampên koçberan bû û koçberan tê de şopand. Koçberên li kampa Waşokanî ne dibêjin, pêwîstiya wan a zêdetir ji alîkariyên bo zarokan re hene wek şîr û dermanan û rêxistinên mirovî bêhtir pêwîstiyên mezinan dabîn dikin.  

 

S. B