Firokeyên Tirkiyê Girê Sipî û Eyn Îsayê bombebaran dike

Artêşa Tirkiyê derdora bajarokê Girê Sipî û Lîwaya 93 li Eyn Îsayê bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê derdora bajarokê Girê Sipî û Lîwaya 93 li Eyn Îsayê bombebaran dike.

Peymanêrê K24ê li bajarê Girê Sipî da zanîn, îro nîvro firokeyên Tirkiyê gundewarê rojavayê Girê Sipî bombebaran dike. Tev wê jî hejmareke mezin ji xelkê Kobanî bo piştevaniya xelkê Girê Sipî bi otombîlan berên xwe dan wê bajarokî.

Peyamnêrê me tekez kir jî, heta niha ti hêzeke Tirkî derbasî nava bajarokê Girê Sipî nebûye.

Herwiha peyamnêrê me da zanîn, firokeyên Tirkiyê binkeyên HSDê li Lîwaya 93 a li bajarokê Eyn Îsayê jî bombebaran dike.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê ragihand, ji duhî 181 xal ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê hatine armanckirin.

 

 

S. B