Radyoya Yêrîvanê û Rojnameya Riya Teze pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dikin

Bi boneya destbikarbûna Mesrûr Barzanî wek Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û pêkanîna Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Berpisyarê beşa zimanê Kurdî ya radîoya Ermenîstanê, Yêrêvanê Keremê Seyad û Êdêtorê rojnama Kurdî “Rya Teze” Tîtalê Keremê Seyad peyameke pîrozbahiyê arastî Mesrûr Barzanî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar Mesrûr Barzanî re

Em we, girêdayî hilbijartina we û sazbûna hukûmeta nû ra pîroz dikin. Dema ku hûn Serokê Ajansa Parastina Kurdistanê bûn xebateke pir berfireh bo pêşketin û gulvedana cimeta Kurdistanê û bo temamiya herêmê hatiye kirinê. Me dîna xwe daye ku ew xebat nava zemanê bo Kurdistanê dijwar da hatiye miyaserkirinê, çimkî nava wan sala de Kurdistan nava halekî gelekî giran re derbas bû. Nava wî karî de usa jî ji Kurdistanê piştgîrî, bi piştgîriya hukumeta Kurdistanê, bi destî bingeha Laliş, bo rojnama “Rya Teze” hatiye û tê stendinê, bi saya kîjanê rojname xebata xwe berdewam dike.

Em hêvîdar in ku hûnê wek kal û bavê xwe: Mela Mistefa Barzanî yê nemir û bavê we, lîdêrê cimeta Kurdayî niha Mesûd Barzanî, hûnê wî karê pîroz berdewam bikin, bo pêşketin û gulvedana Kurd û Kurdistanê. Profêsyonalîzma  we dide diyarkirinê wê usa jî bibe û em nava wî karî de we tendurustiya baş, açixya û serkeftinê dixwazin.

Berpisyarê beşa zimanê Kurdî, ya radîoya Ermenîstanê, Yêrêvanê: Keremê Seyad

Êdêtorê rojnama Kurdî “Rya Teze”: Tîtalê Keremê Seyad