Hêzeke Amerîkî li Til Temirê rê li ber hêzeke Rûsî girt

Hêzên Amerîkî rê neda karwaneke Polîsa Serbazî ya Rûsyayê derbasî bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Amerîkî rê neda karwaneke Polîsa Serbazî ya Rûsyayê derbasî bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê bibe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî dema karwana Polîsa Serbazî ya Rûsyayê ku ji otombîlên serbazî û zirîpoşan pêk dihat xwastibû derbasî bajarokê Til Temir bibe, hêzeke Amerîkî rê nedayê û di navbera wan de aloz derket.

Da zanîn jî, bi navbênkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hêza Rûsî vekişiya û vegeriya bajarokê Eyn Îsayê.

Rewangehê amaje bi wê da, roja 14ê vê mehê jî hêzeke Amerîkî di navbera bajarê Qamişlo û Hesekê de rê li pêş hêzeke Rûsî girtibû û alozî di navbera wan de derketibû, lê piştre hêza Rûsî vegeriya.

Hebûna hêzên Rûsî berî êrîşa Tirkiyê ya 9ê Cotmeha 2019an li ser rojavayê Kurdistanê, li rojhilatê Firatê nebû, niha hejmarek xalên xwe li Eyn Îsa, Til Temir, Qamişlo û deverine din ava kirine. Herwiha artêşa Sûriyê jî bi rêkeftina bi HSDê re hêzên xwe yên sînorparêz li rojhilatê Firatê bicih kirine.

Bi vê yekê re jî, gelek hêzên welatên cuda li rojhilatê Firatê kom bûne û gelek caran jî hêzên Amerîkî, Rûsî û Sûrî rastî hevdu tên, lê ta niha ti şerek a pevçûnek di navbera wan de rû ne daye.

 

S. B