Bi vîdyo.. Girê Sipî li jêr burdûmanê ye
K24- Hewlêr
Nûçegihanê Kurdistan 24 li Girê Sipî ragehand, evro berê Sipêdê firokeyên cengîyên Tirkiyê û topxaneyên supa û girûpên mîlîşyayan bi tundî burdûman û topbarana Girê Sipî dikin.
Li gor zanîyarîyên Kurdistan 24 ji sê alyan ve girûpên mîlîşyayan û supayê Tirkiyê hêriş destpêkirine û şervan û hevwelatîyên xwebexşên bajêrî qayîmakatî kirine û di nav bajar de mane û berevanîyê dikin.
Herçende bajêr hatîye doropêçkirin lê heya niha ti pêşveçûneke girûpên mîlîşyayan û supayê Tirkiyê nebûne.
Evro roja sêyeme û hêrişên asmanî û zemînîyên Supayê Tirkiyê û mîlîşyayên hevpeymanan destpêkirîye p heya niha nekrîne ber bi pêşve biçin.