Ocalan: HDP nekariye girîngiya pêwendiyên Tirk û Kurd bike siyaset
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan rexne li HDPê digre û radigihîne, xeta netewî ya di nava HDPê de zext li HDPê kiriye û HDP nekariye girîngiya pêwendiyên dîrokî yên Tirk û Kurdan bike siyaset.
Parêzerên Abdullah Ocalan naveroka hevdîtina xwe ya 7ê Tebaxê aşkere kirin û da zanîn, Ocalan di wê hevdîtinê de balê kişandiye li ser dema damezirandina HDPê û gotiye: HDP dema ava bûye ji navxwe û derve ve tûşî 2 zextan bûye. Ji derva zextên siyasî û hiqûqî li HDPê hatine kirin û ji navxwe ve jî xeta netewî ya di nava HDPê de zext li HDPê kiriye.
Ocalan herwiha rexne li HDPê jî girtiye û ragihandiye, HDP nekariye girîngiya berê pêwendiyên dîrokî yên tirk û kurdan bike siyaset.
Rêberê PKKyê di derbarê pirsa Sûriyeyê de jî da zanîn, şerê Tirk û Kurdan wekî dehfekê li pêşiya Tirkiyê hatiye danîn û operasyoneke li dijî rojhilatê Firatê karekî dervayî aqil û hewlek harane ye.
Parêzerên Ocalan herwiha dan xuyankirin, Ocalan gotiye, şer û pevçûnên salan nîşan dane ku, pirsgirêk weha çareser nabe.
Ocalan dubare dike, pêwîstiya Kurdan bi dewletbûnê nîne, lê pêwîst e hiqûqeke Kurdan hebe.
S. B