Li Derya ya Îce, 29 penaber hatin desteserkirin

Li Deryaya Îce 29 penaberên ku dixwestin bi rêyên neyasayî biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

K24- Hewlêr

Li Deryaya Îce  29 penaberên ku dixwestin bi rêyên neyasayî biçin Ewropayê hatin desteserkirin.

Li Tirkiyeyî dûrperavên Îzmîrê di belemekî de 29 penaber dixwestin bi rêyên neyasayî derbasî Ewropayê bibin. Lê Hêzên Ewlekariya Deryayî yên Tirkiyeyê rê li ber wan girtin û ew desteserkirin.

Duh jî Edîrneyê 241 û Wanê jî 284 penaber hatibûn girtin. Herwiha li Wanê minîbûsekî penaberan wergeriyabû û 17 penaber canê xwe ji dest dabûn.