Necmedîn Kerîm: DAIŞ hîn çalak e û piştî vekişandina hêzan serî hildide

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di hevdîtineke taybet bi K24ê re hişyariyê dide ku DAIŞ jinav neçûye, berûvajî wê niha DAIŞê gelekî çalak e.
kurdistan24.net

K24 – Washington

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di hevdîtineke taybet bi K24ê re hişyariyê dide ku DAIŞ jinav neçûye, berûvajî wê niha DAIŞê gelekî çalak e.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm tekez dike, îdolojiya DAIŞê ne ji derve hatiye Iraqê, belkû piştguhxistina pêkhateya Sune ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bûye jêdera wê. Tekez kir jî, heta dema hikûmeta navendî li Iraqê bicih nebe, ti hevsozekî rasteqîne yê pêkhateyan nabe, ji ber wê nearamî li Iraqê dê dirêj bike.

Daxuyaniyên cuda yên desthilatdarên Amerîka derbarê jinavçûna DAIŞê reng e ji wê jêderê be ku ew dijminê xwe û mirovahiyê baş nas nakin. Bi nerîna wan DAIŞ ji derveyî Iraq û Sûriyê hatiye vî welatî, heger li ew serkot kir jî, dê gefa wan bidawî bibe.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji K24ê re ragihand, DAIŞ rêxistineke Iraqî ye û bi taybet çekdarên ser bi Kerkûk, Diyala û Selahedîn ve ne. Wê rixistinê toreke grûpên din wek Qaide li derdora xwe kom kirine.

Bo Amerîkiyan, kontrolkirina navçeyên di destê DAIŞê bi wateya têkşikandina wê rêxistinê dizanin, her ji ber wê jî bi nêzîkbûna dawiya şerê çekdarî li dijî DAIŞê, Amerîka biryara vekişandina ji Sûriyê daye. Parêzgarê Kerkûkê di wê derbarê de jî hişyariyê dide.

DAIŞ li Iraq û Sûriyê gelekî çalak e, bi vekişandina hêzên Amerîkî re bêyî ku planek ji pêşerojê re hebe, wek sala 2011an piştî vekişîna Amerîka ji Iraqê dê careke din ew rêxistin serê xwe hilde, ji ber ku sedema serîhildana DAIŞê ta niha çareser nebûne.

Bi nerîna Necmedîn Kerîm, sedema sereke ya serîhildana DAIŞê li Iraqê taifîyet ye. Sune ji aliyê desthilatê ve tê piştguhkirin, ji ber wê jî berê xwe didin tundiyê. Desthilatdarên Herêma Kurdistanê her tekezî li vê nerînê kirine û hişyariyê didin ku xelkê ji navçeyên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, bi berdewamî mîlîşyayên Heşda Şeibî sivikiyê pê dikin, yan jî wan derdikin, ev jî kîna taifiyetiyê bihêzir dike.

Parêzgarê Kerkûkê hevnerîn e ligel Rêvebirê CIA yê Amerîka ku ji bo nehîştina gefên DAIŞê, divê li Iraqê sîstema Konfederaliyê ji Şîe, Sune û Kurdan re bê cibicîkirin, heger na jî Iraq bi vî awayê niha ti carî şîn nabe, ji ber ku wek ji destpêka damezrandina wê ve wiha bûye û hevsozên pêkhateyan nebûne.