Parêzerê Demîrtaş: Nabe kesek du caran ji dozekê bê dadgehkirin

Parêzerê Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser doza wî dibêje, ti cara bipêkirineke vê cureyê di dîroka dadgehê de nebûye.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerê Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser doza wî dibêje, ti cara bipêkirineke vê cureyê di dîroka dadgehê de nebûye.

Parêzerê Selahedîn Demîrtaş Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re da zanîn, hê berê ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmeha 2014an de, derbarê Demîrtaş de lêpirsîn hatibû vekirin û dadgehê di doza giştî de biryara azadkirina wî dabû. Lê vê carê ji doza ku endamên HDPê tên dadgehkirin, ji bo Demîrtaş jî biryara girtinê tê dayîn, ku bipêkirineke vê cureyê di dîroka dadgehê de nîne. nabe ji mijarekê du caran bê dadgehkirin.

Herwiha parêzgerên Demîrtaş îro li Diyarbekirê di konferanseke rojnamevanî de ragihandin, li Tirkiyê tu pîvan û prensîbên dadgehkirinê nemane û her cure zilm û zordarî di bin navê dadgehê de tên meşandin. Dan xuyakirin, Selahedîn Demîrtaş ji ber vekirina dozeke nû ji nû ve hat zîndanîkirin ku diviya bû were azadkirin.

Parêzerên Demîrtaş, derbarê Serdozgeriya Enqerê û Dadgeha ku biryara girtina wî dane, skala tomar dikin.

 

 

S. B