Firqet Hemzet: idlibî bila werin, li Efrînê bicîh bibin!

Di vidyoya xwe de Firqet Hemzet dibêje: “Yên ji Idlibê reviyan e bila werin li Efrînê bicîh bibin. Gelek xanî di destên me de ne û hemû vala ne. Werin li vir bicîh bibin, bila ev xanî bibin ên we!”

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmara kesên ji Idlibê di dema dawî de reviyan e, bi sedhezaran tên diyar kirin. Serokomarê Tirkiye, Wezîrê Bergirî yê Tirkiye, Wezîrê Derve yê Tirkiye hejmar derdora 400 hezar kes destnîşan kirin.

Di vidyoyek, ku ji alî grûpek çekdar a bi ser Tirkiye ve – Firqet Hemzet hatî belavkirin de, bangewaz li idlibiyên reviyan e tê kirin, ku werin li Efrînê bicîh bibin!

Di vidyoya xwe de Firqet Hemzet dibêje: “Yên ji Idlibê reviyan e bila werin li Efrînê bicîh bibin. Gelek xanî di destên me de ne û hemû vala ne. Werin li vir bicîh bibin, bila ev xanî bibin ên we!”

Ev kiryara Firqet Hemzet ya ser bbi Tirkiye ve, wekî belgeyek guherîna demografiyê li Efrînê tê destnîşan kirin.

 

 

 

C.B