Serokê hikumeta Herêmê tekez li ser bicîkirina karname ya kabîneya nû dike

Evro, Çarşembîyê, 17/7/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kir li şendeke balyozxane ya Emerîkayê, bi serokatîya Matiyo Tuler, Balyozê Emerîkayê li Îraqê.

K24- Hewlêr

Evro, Çarşembîyê, 17/7/2019 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî kir li şendeke balyozxane ya Emerîkayê, bi serokatîya Matiyo Tuler, Balyozê Emerîkayê li Îraqê.

Di civînê de ku Stivin Feygin, kunsulê giştîyê Emerîkayê li Hewlêrê Amade bû, şanda mihvan pîrozbahî li serok wezîrên Herêma Kurdistanê kir bi boneya destbikarbûna kabîneya nû ya hikumetê. Baluozê Emerîkayê ji bilî derbirîna hêvîya serkevtinê, amaje bi wê yekê jî kir ku xelkê ûmêdeke mezin bi evê kabîneyê heye û amadeyî ya xwe jî derbirî bo hemû hevkarîyekê.

Herweha got: Kompanîya yên Emerîkayî dê pal bidîn daku weberhînanên zêdetir li Kurdistanê bikin.

Balyozê Emerîkayê stayîşa serdan şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê kir û got: Hêvîdarim her sê serokatî yên Îraqê roleke erênî bibînin li çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Di bernaber de, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê tekez li ser karname ya kabîneya nû kir, bi taybetî li pêşxistina xizmetguzarîyan di bwarê xwîndin, tenduristî, Eliktirîk û giringîdan bi kerta çandinê.