Daxûyaniya Astana: Em li dijî destdanîn a ser petrola Sûriye ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Welatên garantor ên civînên Astanayê Rûsya, Îran û Tirkiye diyar kirin, ku li dij destdanîn a ser dahatên petrolê yên Sûriye ne.
14emîn civînên Astanayê, di bin garantoriya Tirkiye, Îran û Rûsya de li paytexta Kazaxistanê bidawî hat û di daxûyaniya hevbeş a ku, ji alî garantoran ve jî, hate vajokirin, hate destnîşankirin, ku: “Welatên garantor dilgiraniya xwe beramberî destdanîçn a ser dahatên petrolê yên Sûriye tîn in ziman”.
Mebest ji destdanîn a ser dahatên petrolê, Amerika û Hêzên Sûriya Demokrat in, ku niha hevbeş kontrola gelek ji binkeyên petrolê li bakurê rojhilatê Sûriye dikin.
C.B