YE: Sûriye rê liber alîkariyên me yên mirovî digre

Yekîtiya Ewrûpa radighîne, Serokê Sûriyê rê nade berpirs û dîplomatkarên wê seredana Şamê bikin û alîkariyên mirovî belav bikin

K24- Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewrûpa radighîne, Serokê Sûriyê rê nade berpirs û dîplomatkarên wê seredana Şamê bikin û alîkariyên mirovî belav bikin.

Sê dîplomatkarên pilebilind ên Yekîtiya Ewrûpa ji Ajansa Reutersê re ragihandine, Serokê Sûriyê Beşar Esed rêpêdan a taybet ya dîplomatkar û berpirsên wê hilweşandiye, ku bi berdewamî hatinûçûnê di navbeyna Beyrût û Şamê de dikin, û bi wê yekê, ew nikarin alîkariyên xwe li ser qurbaniyên şer li wî welatî belav bikin.

Wan dîplomatkarên Yekîtiya Ewrûpa herweha gotin, hikûmeta Şamê wî karî dike, da ku welatên Yekîtiya Ewrûpa neçar bike, ku balyozxaneyên xwe li Şamê vekin.

Yekîtiya Ewrûpa duhî dawî gera dorpêçên aborî liser hikûmeta Sûriyê danî, û ragihand, ew dê di siyaseta xwe de berdewam bibin, heta ku prosêsa veguhestina siyasî bêbeşdariya Esed bi serpereştiya Neteweyên Yekgirtî bê kirin.

 

 

C.B