Rêwaz Fayiq wek Seroka Parlemanê hat hilbijartin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro Parlemana Kurdistanê civiya û bi 72 parlemantaran candida YNKê Rêwaz Fayiq wek Seroka Parlemana Kurdistanê hat hilbijartin.
Îro Parlemana Kurdistanê civiya bo hilbijartina Serokê Parlemanê civiya û her yek ji Rêwaz Fayiq û Şadî Newzad xwe ji wê postê re kandîd kirin û di dawiyê de Rêwaz Fayiq wek Seroka Parlemana Kurdistanê hat hilbijartin.
Posta Serokê Parlemanê ji pişkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye û pêştir ji aliyê Vala Ferîd bi awayekî demkî dihat birêvebirin.
Duhî Vala Ferîd wek Wezîra Herêmê di Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de sûnda yasayî xwar û dest ji posta Seroka Parlemanê berda.
S. B