Biryare îro li 14 parêzgehên Îraqê xwenîşandan werin lidarxistin

Li dijî gendeliyê û nebûna xizmetguzariyan , biryare îro li 14 parêzgehên naverast û başûrê Îraqê xwenîşandan werin lidarxistin.

K24- Hewlêr

Li dijî gendeliyê û nebûna xizmetguzariyan , biryare îro li 14 parêzgehên naverast û başûrê Îraqê xwenîşandan werin lidarxistin.

Hesen xelatî parlamentarê Îraqê yê ser bi baskê Hikme bi serokatiya 'Emar Hekîm ragehand , li ser daxwaza baskê wan , Îro dê li çarde parêzgehên Îraqê xwenîşandanên berifireh li djî gendelî û nebûna xizmetguzariyan û bilindibûna rêjeya bêkariyê saz bikin.

Tekez kir jî ,xwenîşandan dê bi awayeke aştîyane birêvebiçin û kesên aloziyan dirust bikin , dê radestî hêzên ewlehyê bikin.