Hêmin Hewramî: PDK û YNKê lihev dikin

Serokê Firaksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li Parlemantoya Kurdistanê Hêmin Hewramî xelkê Kurdistanê piştrast dike ku li pêş PDK û YNKê ti riyek ji bilî rêkeftinê nîn e û Parlemantoya Kurdistanê roja 18ê vê mehê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêmin Hewramî ji rojnamevanan re got: “Divê em hemû bi hev re bin û hevkariya hev bikin û alîkariya bihêzkirina dam û dezgehan bikin, ji bo baweriya xelkê Kurdistanê bi proseya siyasî bihêztir bibe.”

Herwiha got: “Em dixwazin pirsgirêkan bi guftûgoyê çareser bikin. PDK û YNKê lihev kirine rêkeftineke siyasî îmze bikin û reşnivîsa wê li ber destê her du aliyan e û biryar hatiye dayîn roja 18ê vê mehê parlemanto bicive. Em pabend in bi wê rêkeftinê û parlemanto sedî sed dicive.”

Herwiha got: “Em û YNKê ti çareyeke din li pêş me ji bilî rêkeftinê tune ye, xelkê Kurdistanê dilniya dikin ku PDK û YNKê wek du hêzên sereke ti bijardeyeke din li pêş me ji bilî rêkeftinê tune ye.”

S. B