Firokeyên Tirkiyê bajarê Dêrikê bombebaran dike

Jêderekî taybet ji nava bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, firokeyên Tirkiyê bendava Borsê ya di nava bajar Dêrikê de bombebaran kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî taybet ji nava bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, firokeyên Tirkiyê bendava Borzê ya di nava bajar Dêrikê de bombebaran kir.

Da zanên jî, firkoyên Tirkiyê li binkeyên YPGê Gundê Carodiyê yê ser bi Dêrîkê ve têne bombebaran dikin.

Wî jêderî da zanîn jî, Firokeyên Tirkiyê li esmanê Dêrikê bi berdewam digerin.

Herwiha diyar kir jî, hejmarek mezin ji xelkê Dêrikê ji bajar koçber dibin û berê xwe didin bajarên wek Qamişlo, Amûde û Hesekê.

Serokomarê Tirkiye Recep Teyip Erdogan îro destpêkirina operasyona leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên Tirkiyê yên F-16 dest bi bombebarana bajarokên Girê Sipî, Serê Kaniyê û çend cihên din dikin.