Mîranî: PDKê dawî biryara xwe nedaye

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkere kir, heta niha PDKê biryara dawiyê bo beşdarîkirina di hikûmeta nû ya Iraqê de nedaye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) aşkere kir, heta niha PDKê biryara dawiyê bo beşdarîkirina di hikûmeta nû ya Iraqê de nedaye.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ji K24ê re ragihand, PDKê komîteyek ji Polîturoyê pêk aniye bo pêdaçûna pirsa beşdariya di hikûmeta nû ya Iraqê de bike, piştre PDKê biryarê li ser awayê beşdarîkirinê dide.

Aşkere kir jî, Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di Hevpeymana Navdewletî ya dijî DAIŞê de Brett McGurk daxwaz ji PDKê kiriye, bi awayekî cidî û aktîv beşdarî hikûmeta nû ya Iraqê bibe.

Roja 2ê Cotmehê Parlemantoya Iraqê Adil Ebdilmehdî bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê spartibû. Li gor destûra Iraqê, divê Adil Ebdilmehdî di heyama 30 rojî de hikûmeta xwe pêk bîne û ji aliyê parlemantoyê ve bê pesendkirin.

 

S. B