Komên çekdar yên opozisyona Suriyê 9 welatyên Kurd li Efrînê revandin

Li gor ajanseke ser bi PYDyê, tevî hoşyarî û bangên Navdewletî, lê roj bi roj binpêkirinên artêşa Tirkiyê û girûpên çekdarên opozisyona Suriyê li djî welatyên bajarê Efrînê zêdetir dibe.

K24- Hewlêr

Li gor ajanseke ser bi PYDyê, tevî hoşyarî û bangên Navdewletî, lê roj bi roj binpêkirinên artêşa Tirkiyê û girûpên çekdarên opozisyona Suriyê li djî welatyên bajarê Efrînê zêdetir dibe.

Ajansa navhatî raghandiye ku girûpa feyleq Elşam ser bi opozisyonê ve, 9 welatîyên Kurd ji gundê Dêr Belût li navçeya Cindirêsê li Efrînê desteser kirû heya niha çarenivîsa wan nediyare.

Ajansê amaje jî kir, ku di vê dema dawî de çekdarên opozisyonê bi awayeke rojane dest bi girtin û binçavkirina welatîyên Kurd li Eefrînê kirîne ew jî bi tuhmeta ku peywendîya wan bi Rêveberîya Xweser re hene.