Asayişa Kobanî li ser gerên hevbeş ên Rûsî – Tirkî hate deng
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Kobanê radigihîne, ewê rênimayên pêwîst bigire ber, bo gerên hevbeş ên Rûsî – Tirkî rastî kevirbarana welatiyên nerazî neyin.
Fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) a Kobanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, duhî 18ê Mijdarê gera hevbeş a hêzên Rûsî – Tirkî rastî kevirên xelkê nerazî hatibû, ev yek cihê mixabiniyê ye û ewê rênimayên pêwîst bigirin ber, ji bo bûyerên wiha rû nedin.
Asayişa Kobanê dibêje: Em bi bawer in ku hêzên Rûsî yên li Kobanê û ser sînor belav bûne, li gor rêkeftina Soçî ye û ji bo gerentiya ewlehî û aramiya navçê ye.
Di daxuyaniyê de hat jî, “Hêzên asayişê li bajarê Kobanê û deverên din, dê bi berdewamî yasayê bipesîne û dê ewlehiya sivîlan biparêze.”
S. B