Hevdîtinek nû ya Trump û Putin nêzîk e
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo eşkere dike, Trump û Putin ji bo vegera penaberên Sûriyê kar dikin.
Mike Pompeo got, dibe ku Serokên Amerîka û Rûsya li Waşington bicivin. Diyar jî kir, danûstandin gelekî giring in, û ji bo xelkê Amerîka giring e her dû Serok bikarin çareseriyan ji bo pirsgirêkên mezin bibînin.
Berî demekê Putin û Trump li paytexta Finlandayê Helsinki civiyabûn û bi taybet liser krîza Sûriye, rewşa Îranê û pirsên din ên girîng ên herêmî û navneteweyî girtibûn dest.
Her di nav ve hefteyê de çendîn jêderan diyar kiribûn ku, di demek nêzîk de Serokên Amerika û Rûsya dê dîsa bicivin.
C.B