Cîgirê serokê Amerîka pêwendî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re kir

Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence pêwendiyeke telefonî li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî encam da û êrîşa Îranê li ser baregehên HDK û HDKÎ li Koya şermezar kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî daxuyaniyeke Koşka Sipî, cîgirê serokê Amerîka Mike Pence pêwendiyeke telefonî li gel serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî encam da û di wê pêwendiyê de, Mike Pence êrîşa Îranê li ser baregehên HDK û HDKÎ li Koya şermezar kir.

Cîgirê serokê Amerîka diyar kir, ku ew êrîşa Îranê, bizavek bû, ji bo têkdana aramiyê û çêkirina tevliheviyê ji cîranên herî nêzîk re.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî amadebûna Kurdistanê ji bo rûbirûbûna terorê tekez kir û herwiha behsa rola Kurdan, di pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê de kir. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştgiriya Amerîka ji Herêma Kurdistanê re bilind nirxand û behsa rêkarên bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyan kir.

Di dawiyê de, Nêçîrvan Barzanî ji Mike Pence re ragihand, ku Kurdistan wê berdewam penageheke aram be ji bo tevahiya pêkhatyan û azadiya olan û pêkvejiyanê.

N.O