HSD li ser şikandina Agirbestê bi deng hat

Mistefa Balî, rêveberê navenda ragehandina Hêzên Suriya Demokrat (HSD) di hejmarteya taybetîya xwe de li tora civakî ya Tiwîterê ragehand, sera wê yekê ku rêkkevtin hatîye kirin bo ragirtina cengê, lê burdûmanên zemînî û asmanî li ser şervanan, hevwelatîyan û nexweşxaneya Serê Kanîyê berdewame.

K24- Hewlêr

Ragehand jî, Tirkiye ji şeva burî ve bi hêrişên xwe agirbest pêşêl kirîye.

Mayik Pêns, cêgirê serokê Emerîkayê şeva burî, piştî kombûnê li gel Receb Teyîb Erdogan, agirbest li rojavaya Kurdistanê ragehand û got: 120 demjimêr dihêt rawestandin û di vê demê de Hsde heya derveya devera aram dê vekişe, lê supayê Tirkiyî berdewam e li burdûmankirina deverê.