Dr. Beşîr Hedad: Daxwazên Kurdan di budçeya Iraqî de tên bicîh kirin

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Dr.Beşîr Hedad eşkere dike, daxwazên Kurdan di budceya giştî ya îsal a Iraqê hatine de bicîh kirin û dê serederî digel Helebce wek parêzgeh bê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Dr.Beşîr Hedad eşkere dike, daxwazên Kurdan di budceya giştî ya îsal a Iraqê hatine de bicîh kirin û dê serederî digel Helebce wek parêzgeh bê kirin.

Piştî civîna digel Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê darayî, Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê li hejmara xwe ya facebookê belav kiriye, ku piraniya daxwazên Kurdan di proje budceya giştiya îsal ya Iraqê de hatine bicîh kirin, û pêşbînî tê kirin, vê mehê Parlemana Iraqê budceya giştî ya îsal bipejirîne.

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê tekez jî kir, di projeya giştî ya budceya Iraqê de, mûçeya fermanberan û pereyên pêşmerge hatine bicîh kirin. Herweha dê serederî digel Helebce wek parêzgehek Herêma Kurdistanê were kirin.

 

 

 

C.B