Çand û nirxên Kurdistanê binemayên pêkvejiyanê ne

Serok Barzanî li Pîrmam pêşewazî li Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Aleksander De Croo û Komiserê Yekîtiya Ewrûpa ji bo alîkariyên mirovî û desthilata krîzê Christos Stylianides kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo diyarkir, ku Belçîka û Yekîtiya Ewrûpa pabendî hevkariya xwe ligel Kurdistanê ne.

Serok Barzanî li Pîrmam pêşewazî li Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo û Komiserê Yekîtiya Ewrûpa ji bo alîkariyên mirovî û desthilata krîzê Christos Stylianides kir.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo, di têkoşîna dijî DAIŞ de û ewleyiya herêmê de bi spasdarî behsa rola Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge kir. Destnîşankir, ku seredana wî bo Kurdistanê nîşandana piştgiriya Yekîtiya Ewrûpayê û Belcikayê ji bo têkoşîna dijî terorê û sepandina ewleyiyê li Kurdistan û Iraqê ye.

Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê  anî ziman, ku Belcîka û Yekîtiya Ewrûpa bi biryar in hevkariya xwe ligel Kurdistanê dom bikin. Got: “Em lipêş pêkanîna gelek karan in. Em spasiya xwe digihînin, dezgehên desthilata Kurdistanê, ku di çareseriya  krîzê, pirsgîrêka penaberan, têkoşîna dijî terorê de xebatek berçav lidar xistine”.

Cîgirê Serokwezîrê Belcîkayê Alexander De Croo pîrozbahiyên xwe bi egera hilbijartina Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê de, gihandin Serok Barzanî.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiyên xwe gihandin Belcîka, YE û Hêzên Hevpeymanan, ku di şerê dijî rêxistina terorî ya DAIŞê de destê alîkariyê gihandin Pêşmerge. Destnîşankir, ku encama vê alîkariya ya baş çêbû. Çand û nirxên Gelê Kurdistanê rê nade bicîhbûna terorê li Kurdistanê û Kurdistan di têkoşîna dijî terorê de bi biryar e”.

Serok Barzanî liser hilbijartina Desteya Serokatiya Parlementoya Kurdistanê anî ziman, ku hilbijartina du xaniman bo serokatî û cîgiriya serokatiyê, ji bo pêşkeftina çanda siyasî li Kurdistanê pêngavek erênî ye.

Di civînê de giringiya têkoşîna ramyarî dijî terorê jî hate ziman.

Liser pirsgîrekên penaberên ji Sûriye, Neynewa û Mûsilê jî hate rawestan. Serok Barzanî liser rewşa rojavayê Kurdistanê û pêşeroja wê dilgiraniyên xwe anîn ziman û diyarkir, ku gelê Kurd dive bi êş û xemên nû re berbiçav neyê.

 

 

 

C.B