Graham hûrgiliyên “herêma ewle” aşkere dike

Senatorê diyar ê Amerîkî Lindsey Graham ragihand, herêma ewle di bin çavdêriya navdewletî de dibe û ew ligel Kurdan navçeyên petrolê diparêzin û rê nadin ew bikeve destê Îran û Esed.

K24 – Navenda Nûçeyan

Senatorê diyar ê Amerîkî Lindsey Graham ragihand, herêma ewle di bin çavdêriya navdewletî de dibe û ew ligel Kurdan navçeyên petrolê diparêzin û rê nadin ew bikeve destê Îran û Esed.

Lindsey Graham di hevdîtinekê ligel kenala “Fox News” a Amerîkî de aşkere kir, şeva bûrî bi Serokê Amerîka Donald Trump re civiya û ew geşbîn bû ku çareseriyeke siyasî ya dîrokî li Sûriyê tê kirin.

Graham got: Trump diyar kiriye ku plan ew e, herêmeke ewle ya ne leşkerî di navbera Tirkiye û Kurdan de bi çavdêriya hêzên Amerîkî û navdewletî bê avakirin.

Destnîşan kir jî, Amerîka dê ji aliyê esmanî ve jî çavdêriya herêmê bikin, lê dê metirsiyên Tirkiyê jî li ber çav werin girtin.

Graham got: Rêza Turmp ji hevkarî û qurbaniyên Kurd di şerê li dijî DAIŞê de heye û dixwaze dilniya be ku DAIŞ careke din venegere, ji ber wê jî di hevahengiya bi Kurd re berdewam dibin, ji ber ku berjewendiya netewî ya Amerîka diparêze.

Herwiha aşkere kir jî, Turmp dixwaze bi hevkariya Kurd navçeyên petrolê biparêze û dê dahata wê jî ji bo operasyonên li dijî DAIŞê be. Herwiha nabe ew navçe jî bikevin destê Esed û Îranê.

Graham tekezî li ser piştevaniya Kurd kir û got: Heger em pişta xwe bidin Kurdan, bêgûman DAIŞ dê çareke din serê xwe hilde.

Ev yek di demekê de ye, îro Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçova rêkeftina Amerîka – Tirkiyê de ji bajarê Serê Kaniyê vekişiya û artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve ew bajarê kontrol kir.

Tirkiye hebûna ti hêzeke din ji bilî artêşa xwe û grûpên çekdar yên hevpeymanên li herêmê red dike, ji ber wê jî daxwaza avakirina herêma ewle bi dirêjahiya 444 K.M û kûrahiya 32 K.M dike.

 

S. B