HSD amara 24 rojan a êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê radigihîne

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amara operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ji roja yekem û ta roja 24ê ragihand û da zanîn, ta niha artêşa Tirkiyê 680 êrîşên esmanî bi firokeyên şer û helîkopteran li dijî sivîl pêk anîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) amara operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ji roja yekem û ta roja 24ê ragihand û da zanîn, ta niha artêşa Tirkiyê 680 êrîşên esmanî bi firokeyên şer û helîkopteran li dijî sivîl pêk anîne.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro di roja 24emîn de di daxuyaniyê de armara êrîşa li ser Efrînê ragihand û aşkere kir, ji roja yekem ya wê êrîş û ta îro artêşa Tirkiyê hemû çekên xwe yên giran, topxane û firokeyan gund û navçeyên armanc dike, di encamê de jî ta niha 180 welatiyên sivîl şehîd bûne û 413 sivîl birîndar bûne, ku di nava wan de zarok û jin hene û navên wan hatine belgekirin.

Aşkere kir jî, di rûbirûbûna artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve, ta niha 98 şervan şehîd bûne û di merasîmên fermî de bi xakê hatin spartin. Herwiha diyar kir jî, di şer û pevçûnan de 862 leşker û çekdaran hatine kuştin.

Daxuyaniya HSDê da zanîn, ji roja yekem de û ta îro artêşa Tirkiyê 680 êrîşên esmanî bi firokeyên şer û helîkopteran li dijî sivîl, dibistan, cihên dîrokî û jêrxaneyê pêk anîne. Herwiha 2645 êrîşên bi tank, topxane û çekên din yên giran pêk anîne.

Ragihand jî, 409 caran şervanên HSD, YPG, YPJ bi awayekî rasterast rûbirûyî artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve bûne û encamên wê diyar bûn. Herwiha 108 caran jî rûbirûbûn encam dabû, bêyî ku encamên wê bên zanîn.

HSDê amaje bi wê jî kir, 2 helîkopter, 2 firokeyên bê firokvan, 51 zirîpoş, tank û otombîlên leşkerî bi awayekî temam teqandine û 15 wesaitên leşkerî (zirîpoş, tank û otombîlên leşkerî) yên din jî bêbandor kirine.