DW: Tirkiyê di 2019an 13 hezar Ton zeyta Efrînê firotiye

Tirkiyê di nav 4 mehan de 13 hezar Ton Zeyta Efrînê anine welatê xwe û di bin navê zeyta Tirkî de difiroşe welatên cîhanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê di nav 4 mehan de 13 hezar Ton Zeyta Efrînê anine welatê xwe û di bin navê zeyta Tirkî de difiroşe welatên cîhanê.

Li gor raporteke pêgeha “artigercek” a Tirkî, Wezareta Çandiniyê ya Tirkiyê ji derveyî rêyên fermî vê talana zeyta Efrînê berdewam dike û ji bo welatên derve jî wek Zeyta Tirkî tê nişandan.

Serokê Kampanya Firotina Zeytûnên Egeyê Davût Er ji ajansa Almanî “DW” re axivî û got: Di nav van 4 mehan de 13 hezar Ton Zeyt ji Efrînê derbasî Tirkiyê bûye û dê heta meha Hezîranê anîna zeytûnên Efrînê dê bigehe 20 hezar Tonan.

Li gorî raportê, hîna niha destpêka sala 2019an, Tirkiyê bi buhaya 28 milyon Dolarî zeyta Efrînê wek Marka Tirkî firotine derve.

Herwiha li gorî wê raportê jî, Tirkiyê di sala 2018 an de 60 hezar Ton zeyta Efrînê bi buhata 120 milyon Dolarî firotiye.

Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve ku ji 18ê Adara 2018an ve Efrînê dagîr kirine, ji bilî dizî û talankirina mal û milkên Efrîniya, destên xwe danîna ser bi hezaran darên zeytûnê yên koçberên Efrînê û ji xwe re difiroşin.

Welatiyekî Efrînê ku nexwast navê wî were aşkerekirin ji K24ê re got, Buhayê tenekeya zeytê (16 K.G) li tevahiya Sûriyê dora 50 Dolarî tê firotan, lê ji ber ku grûpên çekdar kontrola hemû riyên Efrînê kirine, rê ji wan re tune ye zeyta xwe bifiroşin. Ji aliyekî din ve jî bazirganên Tirkiyê kontrola bazara zeyta Efrînê kirine û îsal her tenekeyeke zeytê bi dora 20 Dolaran li Efrînê tê firotan.

Pirsa dizîna zeyt û zeytûna Efrînê ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ve berî demekê hatibû rojevê, ku berî demekê Parlementerê Swîsre Bernhard Guhl di Parlementoya welatê xwe de diyar kiribû: Zeytûnên Efrînê ji aliyê hêzên Tirkiye û milişyatên girêdayî wê ve tên dizîn û talankirin. Zeyta tên dizîn li Ispanya tê firotin!”

Herwiha du senatorên Ispanyayê pirsnameyek dabû Parlementoya Ispanya û Komisyona Ewrûpayê û di pirsnameyê de tê pirsîn: “Zeyta ji Tirkiye tê kirîn, zeyta dizînê ji Sûriye (Efrînê) ye?”