Makron: Divê çekdarên Sûriyê ji Lîbya derkevin

Serokê Firansayê, Îmanoyîl Makron ragehand, pêwîste çekdarên Sûriyê li ser axa Lîbyayê nemînin.

K24- Hewlêr

Serokê Firansayê, Îmanoyîl Makron ragehand, pêwîste çekdarên Sûriyê li ser axa Lîbyayê nemînin.

Di dema pişikdarîyê de li kongire ya Berlînê derbarê aştîyê li Lîbya, serokê Firansayê got: Firansa nîgerane ji hebûna wan çekdarên bîyanî yên berê xwe dayîne Lîbya, nemaze jî çekdarên Sûriyê

 Got jî:  Pêwîste dawî bi hebûna û mana wan çekdarên bihêt li ser axa Lîbya.

Di gotare xwe de, Makron ti amajeyek bi hêrişa Xelîfe Hefter bo ser Terablus a paytexta Lybyayê nekir, wek Ajansa Nûçeya Royterz têbînî kirîye.

Evro li Berlîn, kongireyeka nêvdewletî derbarê Lîbya  bi pişikdarîya sero û wezîrên derve yên 11 welatên cîhanê dest bi karên xwe kir.

Li gor raportên mêdyayî, Tirkiya zêdetir ji 2 hezar çekdarên Sûriyê bo Lîbyayê veguhaztîne daku berevanîyê ji Terabûsê û hikumeta Wîfaqa Nîştîmanî bikin û berperça hêrişên xelîfe Hefter bidin ku ji alîyê Misir, Seûdîye û Îmaratê ve tê piştîvanîkirin û hewil dide dest bi ser paytextê re bigire.