Helwesta opozisyonê ser çalakiya ber avahiya HDPyê

Çalakiya malbatên ku li ber deriye HDPê runiştinê ji 3ê îlonê ve didome û çalakiya dayîkan bûye yek ji mijarên sereke ya Tirkiyeyê. Ak Partî wek partiya desthilatdar piştgiriyê dide çalakiya malbatan û HDPê rexne dike.

K24- Amed

Çalakiya malbatên ku li ber deriye HDPê runiştinê ji 3ê îlonê ve didome û çalakiya dayîkan bûye yek ji mijarên sereke ya Tirkiyeyê. Ak Partî wek partiya desthilatdar piştgiriyê dide çalakiya malbatan û HDPê rexne dike. Partiyên opozîsyonê jî amaje dikin ku divê êşên dayîkan wek amura siyasete newe bikaranîn. Partiya opozîsyon sereke CHP jî dibêje navnîşana çalakiyên bi vî rengî divê li ber deriye dewletê be. Serokê CHPê yê Şaxa Diyarbekir Mehmet Sayin balê dikêşe ku eger cudahî bikeve nava êşên dayîkan dê rewşên xirapitr derbikevin holê.

Mehmet Sayin, Sserokê CHPyê yê Şaxa Diyarbekir,  dibêje:"Bila tikes rondikên çavên dayîkan bo siyaseta xwe bi kar neyne. Partiya desthilat dixwaze vê mijara hessas bixwerîne. Eger sibe dayîkên ku heman êşên wan hene zarokên wan winda ne, an jî hatine kuştin biçin ber deriyê Ak Partiyê wê çi bibe. Çareseriya vê pirsgirêkê ne ber deriye partiyek siyasî ye."

Malbat îdda dikin ku zarokên wan bi rêya HDPê tevlî PKKê bûne û derbarê vê yeke de jî bo şaxa HDPê ya Diyarbekir lêpirsîn hat destpêkirin. Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Diyarbekir Fesîh Bozan tîne zimên ku hemu hêzên dewletê di bin kontrola partiya desthilat de ye û eger nikare bi van hêzan pirsgirêka dayîkan çareser bike ev yek nîşaneya lawaziya dewletê ye.

Fesîh Bozan,serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Diyarbekir, got:"Dezgehên hewalgiriyê, dadgeh, hêzên ewlekariyê, saziyên dewletê hemu di destê Ak Partiyê de ne. Eger li gel vê yekê jî nikare rê li ber tevlîbuna zarokan bo PKKê bigire an jî nikare wan zarokan vegerîne ev dibe nîşaneya lawazbûna partiya desthilatdar. Divê êşa wan dayîkên ber deriye HDPê ne were famkirin lê divê êşa hemu dayîkan were dîtin. Êşa dayîkên şemiyê jî were dîtin."

Hevseroka KCDê Leyla Guven piştî got ku heta pirsgirêka Kurd heye dê tevlîbunên PKKê jî, şer jî berdewam be û li ser vê yeke derbarê wê lêpirsîn destpêkir. Biryare ku serdozgerî fezlekeya Leyla Guven bişîne Parlementoyê û Îyî Partî jî banga rakirina parêzbendiya Leyla Guven kir. CHP jî derbarê rakirina parêzbendiyan de dibêje dê gaveke şaş be. CHPê di sala 2016ê de bo rakirina parêzbendiya parlementerên HDPê denge erê bi kar anî bû.